Ji ÎHD’ê rapor: Li gelek bajaran bi binpêkirina qanûnan, deng ji bo AKP’ê hatin dayîn
ÎHD’ê ragihand ku li gelek bajaran ji bo AKP’ê dengên tomerî hatin dayîn.
ÎHD’ê ragihand ku li gelek bajaran ji bo AKP’ê dengên tomerî hatin dayîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Şopandina Hilbiajrtinê ya Serbixwe, têkildarî hilbijartinan "Rapora Navberê ya Çavdêriyê" weşandin. Di raporê de binpêkirinên di warê hilbijartinê de rû didin hatine destnîşan kirin:
SEMSÛR
Li gundê Eskîtaş ê Kolika Semsûrê, birayên Serokê AKP'ê ya Semsûrê tevî jendirmeyan jî bi eşkere deng dan.
ENQERE
Li navçeya Çankayayê li Dibistana Gulen Muharrem Pakoglû, di sindoqa bi hejmara 1174'an de çendî li ser navê Partiya Çepên Kesk endamtiya sindoqê ya welatiyekî hebû jî, serokê sindoqê bi hinceta ku navê wî di lîsteyê de tune ye, nehişt ew li ser sindoqê bimîne.
AMED
Li Amedê nêzî 200 kes bêyî ku haya wan jê hebe wekî peywirdarên sindoqê hatine wezîfedarkirin û ji ber vê nikaribûne raya xwe bidin.
DÎLOK
Li Dîlokê jî li gorî îdiayan 4 hezar û 74 kes ji aliyê Partiya Vatanê ve bêyî ku haya wan jê hebe hatine wezîfederakirin û ji ber vê nikaribûne dengên xwe bi kar bînin.
GÎRESUN
Li Gîresûnê jî hat îdiakirin ku pusûleyên Tayyîp Erdogan berê hatine mohrkirin.
STENBOL
Li Dibistana Îmam Hatîpê ya Neslîşah a navçeya Fatîh a Stenbolê jî, AKP'iyan li muşahidên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) xistin.
MÊRDÎN
Li gundê Eşme yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê xizmên namzetê AKP’ê Farûk Kiliç xwestin dengên xwe bi komî bidin. Muşahidên Partiya Çepên Kesk jî xwestin bi telefonê dîmenên vê rewşê bikişînin. Di vê navberê de komeke ji dehan kesan pêk dihat ku xizmên Kiliç bûn, êrîşî muşahidên Partiya Çepên Kesk kirin. Di dema êrîşê de Havas Gungor û Kemal Erbey birîndar bûn. Her du welatî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
RIHA
Hat diyarkirin ku li gundê Alacali yê Rihayê mêran li şûna jinan deng bi kar anîn.
Li Sêwregê jî li gor daxuyaniyên Nûnerê YSK'ê yê HDP'ê Tiryakî, li Dibistana Çînhîsarê deng bi awayekî eşkere hatine bikaranîn.
Li Taxa Gundaş a girêdayî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, komeke ji 40-50 kesan pêkhatî û dixwest bi komî dengê xwe bide, ava kelandî bi ser endamê lijneya sindoqê yê CHP’î de rijandin. Li gorî îdiayê; komeke ji 40-50 kesan pêk dihat û ji bo li Mezraya Kardeşker a girêdayî gundê Gundaşê dengê xwe bidin, di saetên serê sibehê de hatin û xwestin ku dengên xwe bi komî bidin. Endamê lijneya sindoqan ê CHP’î jî li dijî vê derket. Li ser vê yekê hem rastî êrişa fîzîkî hem jî ya devkî a komê hat.
ŞIRNEX
Hat ragihandin ku li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, endamê ÎHD'ê û çavdêrê hilbijartinê yê serbixwe Fevzî Kara, rastî êrîşa sercerdevan Hazim Babat û alîgirên wî hatiye û bi sivîkî birîndar bûye.